Ez dixwazim bi du pirsan nivîsa xwe destpêkim;
Pirsa yekemîn; zimani Kurmancî çiqas pêwîste di jîyana me da hebi?
Pirsa dûyemîn; zimanê me yê dayîkê di jîyana me da çiqas heye?
Gelo dibe kû hûn bêjin ev gotin lî ser çi derkevte holê? Çi qewimî? dewletê pêşîya zimanê Kurdî li televizyona, di nava gel, di dibistan u zanîngeha vekirîye. Derdê te çîye ku tu hinde li ser zimanê Kurmanci disekinî u nivîsa xwe bi zimanê Kurdî dinivîsî. Hûn çi bêjin teqez gotinên we hemî li ser ser u çawane. Belê haja min jî li va gotinên we heye. Derdêmin, halê me yê dur ketina zimani me ye. Gelo ka ez ji wera pirs bikim em xelkê li Wanê hejmara me mirovan heger ez xelet nebim anegoriya istatîstika TÜİK ê nêzîkê 1.150.000 a ne. Di nav wê hejmarê da çiqasê me di nav mala xwe, gel zarokên xwe kurmancî xeberdide. Ez bawerim vê hejmarê da seda 5 heye an nîne. Carna hinek minaka didim hewalên xwe, ew ji qey ez heneka dikim dest bi kenîyê dikin. Bi rastî halê me yê girînê ye belê em dû kenê dikevin.
Tu carî ji bîra min naçe min carek li yekê cîyeki pirskir gote min ‘’Abê köşê ziraat banq’ê sağa dönmişke’’ bi rasti ez şaşbum. gelo vî camêrî li gel min kurdi axivî an Tirkî? Carek din jî, dû hewal li autobûsa şaredariyêda diaxivtin yekê got e hewalê xwe ‘’görüş açisîya min kapanmîş dibe’’ vê carêjî kenê ez girtim li ser halê me yê girîne da. Hewalêmin go te xêre? Ez lê ziwirîm, min go ‘‘keko ew zilamê ha Kurmanci axivî an bi zimanekî din? Hewal jî weka min kenî u go mamoste tû çêtir dizanî. Ez bawerim ev mînak niha besîn.
Li vir pêda ezê behsê derdê me bikim. Ka gelo derdê me u çara derdê me çiye ez hinek li ser vê çendê dixwazim biaxivim.
Belê niha ez li ser zimanê Kurmanci lisansa bilind dikim. Hale kî min bi rasti dilêmin pir êşand. Gelo bala xwe baş bidin vê gotine; mamoste bi Kurmanci diaxive ez vî axaftina mamoste di hişê xwe da dizivirînime Tirki paşê baş fêhm dikim u vê carê ji ya min fêhm kirî dîsa di hişê xweda dizivirîni me Kurmanci. Paşê li polê hewala dinêrim ez bawerim hinek weka min paş da mane hinek ji maşallah weka bilbila ne. Ev mesele bi rastî li ser vê çendê derkevt. Ez li halê xwe pir acizbum u min go pêwîste li ser vi zimanê xwe em baş bixwînin u biaxivin.
Hinek bifikirin, zarokên we Kurmanci nizanin u dapir u an bapirên wan bo nevîyên xwe behsên berê nikarin bikin u neşên çîroke ki ji bo wan zaroka bêjin. Di vê çendê da em dibînin neslên me dîroka xwe, dîroka eslê xwe Kurda nizanin. Gelo ev derde biçeke an geleke? vê çendê ji bo we dihêlim.
Çara vê çendê jî ez bawerim ji xwendin u axaftina kurmancî pêyvetir tiştekî nîne. Li ser vê yekê ez dibêjim îro em gelê kurd hemu u yên Tirk, Ereb, Çerkes u her çikes hebi, heger ew ji bixwazin bila ser zimanê kurmancî bixwînin. Belê divê ku gelê Kurd vê çende ji bo xwe û neslê xwe, heftîyê heft roja u bîstu çar seeta bikne kar.
Ezê bi gazîye ki hêdi hêdi nivîsa xwe xilas bikim;
Ey gelê me yê kurd werin em îro pêyve pirtukên Kurdî bixwînin, zimanê Kurdî biaxivin.
Divê em gelê misilman çi Kurd bi, çi Tirk bi, çi Laz, Ereb, Çerkes bi… Heger me bi xweda u resulê xweda Hz. Muhammed (silava xweda li ser be) bawerî anî bi lazimê li ber qurana piroz di sureta rum ayeta 22’yan em serê xwe biçemînin u xudanî yê li hemu zimana bikin. Ez dibêjim bi vê ayeta min behskirî ez nivîsa xwe bidomînim.
Bi navê xwedayê qencîya wî bêdawî, kerema wî pir e.
‘‘Afarandina erd û esmanan, cudabûna zimanên we û rengên we jî ji ayetên xweda ne; bêguman di vê de jî bo kesên ku dizanin îbret hene.’’ (Rum 22)
(Bê guman xwedayê Teala rast dibêje.)
Bimînin xweşiye da.
Silav a xweda li ser we yên wek qurana pîroz wan zanyar dibîne be.